Tilkêf.. Pêşmergeyên Kurdistanê DAIŞ şikenandin

Mûsil-KDP.info-Şeva borî li sînorê qezaya Tilkêfê, şer navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê derket, di encam de, bi awayekî mezin ew çekdar şikenandin û îro sibehê jî li şelala Mûsilê jî rûbirûyê hev bûn û pêşmerge ziyaneke mezin gihand wan.
Xezwan Hamid, endamê komîteya asayiş û berevaniyê li encûmena Parêzgeha Mûsilê, ji KDP.info re ragihand: “Şeva din dereng, çekdarên DAIŞê li sînorê qezaya Tilkêfê êrîş kirin ser kargehekî derman, piştre hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî rûbirûyê wan hat û şikestinekî mezin gehand çekdarên DAIŞê.”
Bi gotina Hamid, “hîna diyar nûne ku hijmara kuştiyan çekdarên DAIŞê çendin, lê 3 pêşmerge birîndar bûne.”
Xezwan Hamid got jî: “DAIŞ hewil dide dest deyne ser hemû cihên sitratîjiyên sînorê Mûsil, niha hewla girtina bendava Mûsilê dide, lê esteme bikaribe wî karî bike, ji ber ku hêzek mezin ji Pêşmergeyan li wirin, lewra nikarin wî karî bikin.”
Ji aliyekî dî ve û vê sibehê, di encama şer di navbera herdu aliyan de, pêşmergeyek şehîd bû û çend çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin û birîndar bûn.
Mulazimê Pêşmergeyên Zêrevanî, Mihemd îsmaîl, ji KDP.info ragihad: “Vê sibehê di rûbirûbûnekê de li şelalê Mûsilê di encama teqeyên doşka û qenaseyên çekdarên DAIŞê li ser hêzên Pêşmerge, mixabin pêşmergeyekî me şehîd bû, lê me karî persiveke tund bide wan û tevî ku hijmara kuştî û birîndarên wan çekdaran nediyare, lê belê ziyanên wan gelekî mezinin.”




