Mihemed Îhsan: Divê ew navçeyên ku mane jî bê kontrol kirin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê berê yê karubarên Navçeyên Kurdistanî yên li dervey Îdareya Herêma Kurdistanê ragihand ku gelek navçeyên Kurdistanî mane ku hîna venegeriyane ser Herêma Kurdistanê û divê kar li ser wê yekê bê kirin ku ew navçeyên madeya 140 bi temamî bên kontrolkirin.
Mihemed Îhsan, Berpirsê berê yê karubarên Navçeyên Kurdistanî yên li dervey Îdareya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel ajansa Anadolê de got: “Madeya 140 ya destûrê Iraqê piraniya birgehên wê hatine bi cîhanîn, ewê ku maye, biryara dawiye li ser wan navçeyan e, ew jî ki rêya karkirinê ji bona sazdana referandumê ye bi çavdêriya Neteweyên Hevgirtî û nûnerên Bexdayê, eger Bexda razînebû, Neteweyên Yekgirtî dikarin serperiştiya referandumê bikin, derfet hatiye ku ew navçe li gor destûra Iraqê bên vegerandin ser Kurdistanê.”
Îhsan got jî: “Niha du rê li pêşiya Kurdan e, yan divê xwe amade bike û hemû nexweşiyên rêya serxwebûnê bixwe, yan jî careke din bikeve bi siya Bexdayê û dîsa ew pisgirêkên berê dubare dibin, ez ligel ya yekemîn im, ez di wê baweriyê de me ku gerek gelê Kurdistanê biryara serxwebûnê bide.”
Berpirsê berê yê karubarên Navçeyên Kurdistanî yên li dervey Îdareya Herêma Kurdistanê tekez kir ku gelek navçeyên Kurdistanî mane, hîna venegeriyane ser Herêma Kurdistanê û divê kar li ser wê yekê bê kirin ku ew navçeyên madeya 140 bi temamî bên kontrolkirin.




