26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Karên Komisîyona Hilbijartinê bo 35 rojan hat dirêjkirin

Çavkanî: KDP.info

Parlîyamenta Iraqê bi pirranîya dengan, karên Komisîyona Bilinda serbixweya hilbijartinan heta 35 rojî din hat dirêjkirin.

Di evê derbarê li gorî rojnama Rudaw, Muhemmed Xalidî birêyarderê parlîyamenta Iraqê ragihand, ku hilnebijartina komsîyona nû vedigere bo nakokîyên li ser hejmara endaman û temam nekirina karê hilbijartina pisporan li hilbijartina endamên komsîyonê.

Di kombûneka parlîyamenta Iraqê de ji ber tekezî kirina çend kutleyên sîyasî bo zêdekirina hejmara endamanên komisîyona bilinda hilbijartinê ya serbixwe bo 15 endaman û retkirina evê daxwazîyê ji alîyê çend kutleyên din.

Biryar bû ku komîta taybeta parlîyamenta Iraqê ji 21 parlîyamenteran 9 jê bihatana destnîşankirin wek encumena nûye komssîyoneran, lê belê ji ber nakokîyên sîyasîyan ev daxwaza han nehat bicihanîn.

Ji alîyekî din ve, Martin Kobler nûnerê giştîyê UN li Iraqê di beyannameyekê de dilgiranîya xwe li paşvexistina hilbijartina endamên nûyên komsîyona bilinda serbixweya hilbijartinan da nîşandan.

 

Nûçeyên têkildar