26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa: Xelkê Kurdistanê ne amadene carik din xwe bikin qurban ji bona bihêzkirina xelkên din li Iraqê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand ku xelkê Kurdistanê ne amadeye carik din xwe bike qurban ji bona bihêzkirina xelkên din li Iraqê, û got, helwîsta Serokê Herêma Kurdistanê gelekî eşkere ye û beşdarbûna Kurdan di hikûmeta Iraqê de, mericdare bi berçavgirtina ew rastiya nû ku li Iraqê peydabû ye, herwiha mericdare bi wê yekê ku piştî van hemû qurbanî û enfala û kîmyabaranan, carekî din em nakevin bin destê Bexdayê.

 

Felah Mistefa, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji KDP.info re ragihadnd: “Ew qeyrana ku tûşî Iraqê bûye, eger Iraqî bi xwe nikaribin çareser bikin, ji derve nayê çareser kirin, lewra berpirsyaretiya Iraqiyane ku bi xwe wê rewşê bixwînin û bizanin çima ew ev yek peydabû, em hemû agadarin û bi taybetî cenabê Serok Barzanî hemû alî agahdar kiribûn ku ew piroseye bi alîyekî şaş ve diçe.”

 

Mistefa got: “Tê bîra me cenabê Serok Barzanî di ahenga Newroza sala 2012 de di peyama xwe ya ku arastey hemû gelên Iraqê û civaka navdewletî kir û tê de diyar ku piroseya siyasî li Iraqê de bi aliyekî xerab de diçe û eger ew tevlihevî neyê rawestandin û çareseriyek jê re neyê dîtin, dê ancamên xerab jê derkevin. Ew qeyrana ku heye, qeyraneke siyasî ye û piştre kêşeyekî tayîfî ye û şerê girûpên terorîstên DAIŞê  lê zêde bûye, lewra ew pirsên ku hene divê bên çareserkirin.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha dibêje: Ew rewşa niha hatiye pêşya me, pêdviya wê bi hinek karê cidî heye, eger aliyên siyasî bixwazin bi awayekî rast û dirust û li gor destûr û vê rastiya ku îro peydabûye, mamele bikin, lê bi rêkeftin û têgehiştineke temam di navbera Sine û Şîeyan de, wê demê Kurd jî dê amadebin beşdar bin.”

 

Bi gotina Felah Mistefa, “helwîsta Serokê Herêma Kurdistanê gelekî eşkere ye û beşdarbûna Kurdan di hikûmeta Iraqê de, mericdare bi berçavgirtina ew rastiya nû ku li Iraqê peydabû ye, herwiha mericdare bi wê yekê ku piştî van hemû qurbanî û enfala û kîmyabaranan, carekî din em nakevin bin destê Bexdayê.”

 

Felah Mistefa tekez kir: “Herêma Kurdistanê daxwaza mafên zêdetir û desthelat û serwerên zêdetir dike, lewra beşdariya kurdan mericdare, niha ti hêvî nîne bi wê leza daku piroseya siyasî ku biçe pêş ve, ji ber ku em di rewşeke bêbawerî de dijîn, tenê hêviya bi serketina piroseya siyasî li Iraqê, Herêma Kurdistanê ye, û îro jî xelkê Kurdistanê ne amadene carek din xwe bikin qurban ji bona bi hêzkirina xelkê din li Bexdayê.”

 

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, got jî “eger herêma Sûneyan û beşdarbûna wan di piroseya siyasî de bi awayekî baş hatiba qebûl kirin, Iraq ne digya vê rewşê, lewra ya ku behsa wê hatibû kirin ku 3 herêm bo (Kurdî, Sûne û Şie) li Iraqê bên avakirin, wê demê tişta herî rast bû ji bona pêkvejiyanê, lê niha gelekî derenge û xwiyayî ew jî niha ne hesane.”

Nûçeyên têkildar