Nêçîrvan Barzanî : Civata Wezîran dê kar bo partiyeke taybet neke û hewl bo xizmetkirina gelkê Kurdistanê bêyî ti cudatî bide

Hewlêr-KDP.info- Kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê yekemîn civîna xwe bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî lidar xist.
Piştî ku roja 18ê mehê serokwezîr, cîgirê wî û her 22 wezîrên kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê sûnda yasayî li Parlamentoya Kurdistanê xwarin, îro, Yekşemê 22/6/2014, hikûmetê yekemîn civîna xwe pêkanî.
Di destpêka civînê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bixêr hatina wezîrên nû yên kabîneyê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest û got: “Raste pêk anîna kabîneya nû gelek paş ket lê di dawî de kabîneyeke bihêz û pir alî hate damezrandin û nunerê tevahiya aliyên serkeftî di nava kabîneyê de beşdarin û ew yek jî bo qonaxa niha ya Kurdistanê pêwîstiyeke gelek girîne.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku nabe di vê qonaxê de ti aliyeke serkeftî di warê beşdarî kirina desthilat û prosesa siyasiya Kurdistanê de were perawêzxistin û pêwîste em bi giştî bihevre weke yek tîm kar bikin û bi yek deng û yek helwest li hember metirsiyên heyî rawestîn.
Hikûmeta Kurdistanê di çar salên pêş de bi her awayî kar bo vê yekê dike daku hikûmet bibe hikûmeteke damezraweyî ( rêkxistinkirî û organîze kirî), jiber ku pêwîstiya me bi hikûmeteke şefaf û çalak heye, em dikarin apartiman û balaxaneyên gelek mezin jî çi bikin lêbelê eger bingeh û esaseke damezraweyî nebe emê di desthilatdariya xwe de serkeftî nabin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de got: “Her çend di salên derbasbûyî de karên gelek baş hatine kirin lê belê em weke hikûmet nikarî weke yek tîm kar bikin lewre lazime ji niha û pêde em weke yek tîm kar bikin û dibe tevahiya wezîran hewl bo bidamezraweyî kirina wezaretên xwe û rêkûpêk kirina karûbarên îdarî yên wezaretan bidin.”
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku nadadperwerî di mûçeya mehane ya xelk de heye û siyaseta razî kirina xelk ku pêştir dihat cîhbicîhkirin bandoreke gelek xirab li ser rewşa mûçeya mehane kiriye û beşeke gelek zêde ji zagonan pêwîstiya xwe bi wenêrîn û serrast kirinê heye û dibe tevahiya wezîrên hikûmetê jî bi her awayî hevkariya parlementoyê bikin daku parlemen bikaribe rola xwe ya wenêrînê cîhbicîh bike.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku karê hikûmetê bi taybetî di destpêka xwe de gavên rast bavêje, û hemû wezîr piştrast kir ku Serokatiya civata wezîran bi ti awayî kar bo partatî anjî kar bo partiyeke taybet neke û hewl bo xizmet kirina gelkê Kurd û Kurdistan bêyî ti cudatî bide û ewlewiyeta kar û bernameya hikûmeta Kurdistanê dabîn kirina asayîş û kareba û hemû xizmetgozariyan bo gelê Kurd û şîniyên Kurdistanê.
Piştî giftûgoyan, civata wezîran tekez kir ku siyaseta Herêma Kurdistanê ewe ku xelk û xaka Herêma Kurditanê biparêze û nebe aliyek ji ti pevçûnên leşkerî, lê belê tenê bergiriyê li xwe bikin.
Di yekemîn civîna encûmena wezîrên nû yên Herêma Kurdistanê de biryar hat dayîn ku komîteyek ji bo piştgirîkirina darayî ya hêzên pêşmerge bê avakirin, ew komîte ji cîgirê serokwezîr, wezîrê darayî û aborî, wezîrê pêşmerge û wezîrê samanên siruştî pêk tê, ew komîte dê kar bike ji bo ku rê li her pirsgirêkeke darayî ku hêzên pêşmerge rastî werin, bigre.
Hikûmet Herêma Kurdistanê bi beşdariya piraniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hatye pêkanîn, piştînêzîk 8 mehan ji birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja 22.09.2013an de.




