26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hemû navçeyên Kurdistanî ji Xaniqîn heta Pêşabûrê û tev Kerkûkê di bin kontrola pêşmerge de ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Cebar Yawer, Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge tezez kir ku bajarê ji hemû navçeyên Kurdistanî yên dervey Herêma Kurdistanê, ji Nefitxane (Xaniqin) heta Pêşabûrê û tev Kerkûkê di bin kontrola hêzên pêşmerge de ne.

 

Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge, Cebar Yawer ji KDP.info re ragihand ku “navçeyên Kurdistanî yên dervey Herêma Kurdistanê bi temamî, ji Nefitxane (Xaniqin) heta Pêşabûrê û tev Kerkûkê di bin kontrola hêzên pêşmerge de ne, bajarê Kerkûkê û hemû navçeyên din ên Kurdan li parêzgeha Kerkûkê, piştî vekikandina artêşa Iraqê, bi temamî ketin bin kontrola hêzên pêşmerge de ye.”

Yawer aşkere kir ku “ji tirsa êrîşên çekdarên DAÎŞê, hêzên artêşa Iraqê ji bajarê Kerkûkê reviyan û hêzên pêşmerge yên Kurdistanê cihên wan girtin.”

 

Derbarê egera hebûna hemahengiyê di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de, Cebar Yawer got: “Ti hêzekî artêşa Iraqê nemaye heta ku em li gel wan rêkbikefin.”

Nûçeyên têkildar