Yekîtîya Zanayên Kurdistanê piştevanîya hêzên Pêşmerge dike

Nivîsgeha cihbicihkar a Yekîtîya Zanayên Ola Îslamîya Kurdistanê di beyannameyekê de piştevanîya xwe bo hêzên Peşmerge yên Kurdistanê derbirî.
Ev jî tekesta ve beyannameyê ye:
Mixabin piştî bi çendan salan ji qurbanî û xebata berdewamîya gelê Kurd li dijî desthilatên dîktatorên yek li dûv yekên Iraqê, bo yekem care em mijûlin bihênvedaneka dirêj werbigirin, Kurd jî wek her mirovekî dinên ser goga zevîyê bihêna azadîyê hildimêje, lê belê em dem bi dem dibîsin ku hêz tê anîn û belavkirina wan li deverên Kurdî yan ew cihên ku arîşe li ser, bi çendê jî careka din mijar stam û zûlim û zorî û komkujî bi bîra kurdan dihênin û gelê Kurdistanê heman tirs pê re çêdibe.
Em wek zananên Ola Îslamîya herêma Kurdistanê, ji bilî ku em herdem tekezî li ser gîyana aştîyê û birayetîyê navbera hemû pêkhatên Iraqê dikin, em li dijî her fîtneyekê û tevlîhevîyê ne li her cihekî li ser zevîyê bihê encamdan, lê belê berevanîya ax û welêt û niştiman û hevwelatîyan bi hezar qurbanî li ser hatîye dan û em vê jî bi erkê hemû kesekî evê Kurdistanê dizanin.
Li ser evê çendê, em şermezarîya pêkolên serokê hukûmeta Iraqê dikin, bo anîna hêz bo desverên dabrayî û piştevanîya temamîya xwe bo pêşmerge yên Kurdistanê derdibirin, bo her destdirêjîyekî ku rastî welatê me bibe û eve jî erkeka olî û niştimanî û mirovîye.
Em hêvîdarin ku ti carî negihê wê astê û kesên bîrmend rê nedin vê yekê û kesên şer dost yên biryar bi destê wane, zû zûlim û zorîya wan bibirin.
Her bi evê boneyê em bi derfetekî dizanin ku em daxwaz ji desthilatdarên herêma Kurdistanê bikin ku herdem çavekî ciddî li pêşmergan temaşebikin û jîyana wan baştir bikin.
Belê bo aştî..... na bo şer.....na bo zûlim û zorî....... belê bo dadperwerî û parastina serwerîyê.
Nivîsgeha cihbicihkar a
Yekîtîya Zanayên Ola Îslamîya Kurdistanê
1/08/2012




