27/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Tariq Haşimî istîfa kir

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Cîgirê serokomaria Iraqê Tariq Haşimî ragihand ku ew ji ber rûdanên li Enbarê ji posta xwe istîfa dike.


Duh Tariq Haşimî di hevpeyvînekê li gel kanala Cezîrê de istîfaya xwe ji postê cîgirê serokomaria Iraqê ragihand û cext li wê yekê jî kir ku girêdana xwe bi wê postê bo îsrara xwe li ser mafê xwe ye û ji ber ku bi awayekî qanûnî ew cîgirê serokomar e.

Cîgirê serokomaria Iraqê Tariq Haşimî got: Ez îro dengê xwe tevlî dengên xelkê xwe yê Enbarê dikim û êdî çi bihayê vê postê   nemaye belku proseya siyasî gihêştiye rêyek girtî û aşkira bûye ku ji aliyê zelamekî bi navê Nurî Malikî ve hatiye dizîn.

Herwiha Haşimî bang li Suneyên Iraqê jî dike ku di projeyekê vekirî de bibin yek û got: "Pêwîstiya me bi welatekî Kendavê heye weku Erebîstana Siûdî ku piştevaniya me bike. Ez bi vekirî dibêjim, dem hatiye ku Siûdiyê helwesta xwe derbarê aloziya Iraqê berçavan re derbas bike. Gelekî pêwîstiya me bi alîkariya welatên Kendavê heye."

 
 
 

Nûçeyên têkildar