Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekê gihîşte welatê Îmarat

Îro dûşem 30.04.2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî gihîşt welatê Îmarat û biryare piştî Îmarat, serdana welatê Qeter jî bikin.
Serok Barzanî li vê serdanê da, çendîn pirs û mijarên pêwîst bi pêwendiyên di navbera her du aliyan yên li ser asta aborî û veberhênanê li gel berpirsên mezinê welatê Îmarat dinirxîne. Piştî dawî hatina serdana Îmarat, Serokê Herêma Kurdistanê serdana welatê Qeter jî dike.
Hêjayî gotinêye li vê serdanê de şanda li gel Serok Barzanî ji birêz Îmad Ehmed Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dr. Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Felah Mistefa Berpirsê Fermangehê Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêrîş Muherem Serokê Desteya Veberhênanê û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatibû.




