26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Bi Serok Û Civata Serokatiya Zanîngeha Dihukê Re Civiya

Çavkanî: Kurdistan TV

Di çarçoweya serdana xwe ya bo Parêzgeha Dihukê de evro danê Êwarê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tevî Cîgirê xwe bi Serok û Civata Serokatiya Zanîngeha Dihukê re civiya.

 

Di destpêka civînê de Serok û Endamên civata Serokatiya Zanîngeha Dihukê bi awayekî berfire behsa rewşa Zanîngeha han, kêşe û arîşeyên vê Zanîngehê û pêdeviyên Zanîngehê kirin û daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê kirin daku, ev pêdeviyên han ji wan re dabîn bike.

 

Pişt re jî Serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftina Zanîngeha Dihukê diyar kir û ragihand ku, em hertim dibînin ku, Zanîngeha Dihukê ber bi pêş ve diçe û ev yek jî gelek girînge.

 

Barzanî eşkere kir ku, Zanîngeha Dihukê di destpêkê de bi awayekî gelek sade destpê kir û niha jî bûye yek ji Zanîngehên her girîng li Kurdistan û seraserê Îraqê de.

 

Serokwezîrê Kurdistanê di dirêjahiya axaftinên xwe de diyar kir ku, Hikûmeta Kurdistanê bi her awayî piştgîrî û hevkariya Zanîngehên Kurdistanê dike û gelek jî girîngî bi çawetî û kwalîtiya xwendina bilind dide.
 

Nûçeyên têkildar