26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çîn konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi armanca zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên bi herêma Kurdistanê re, duhî li bajarê Hewlêrê, Nî Çiyan sefîrê Çînê yê Îraqê bi serokatiya şandeyeke beşê bazirganî û siyasiyê sefaretxaneya Çînê serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

 Di civînekê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkelitên deve û Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve amade bûn, sefîrê Çînê û şandeya pê re, li hember pêşkeftina têkeliyên navbera Çîn û herêma Kurdistanê, rewşa arama herêma Kurdistanê û pêşkeftinên bidest ve hatine kêfxweşiya xwe nîşan da û behsa wan şirket û kompaniyên çînî yên li herêma Kurdistanê di warên cihê de kar dikin kir.

 Sefîrê Çînê yê Îraqê di axaftina xwe de tekîd kir ku, amadekariyên vekirina konsulxaneya çînî li Hewlêrê di qonaxên dawîyê de ne û got ku, beriya dawiya îsal dê konsulxaneya xwe li herêma Kurdistanê vekin û vekirina konsulxaneyê bi pêngaveke giring ji bo pêşxistina têkeliyên dualî binav kir.

 Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê serdana sefîrê Çînê û şandeya pê re bo herêma Kurdistanê bi serdaneke giring wesif kir û got ku, vekirina konsulxaneya çînî li herêma Kurdistanê dê bibe hokarê zêdetir be rbi pêşvebirina têkeliyên Kurdistan û Çînê di hemû waran de.

 Di civînê de, herwesa, behsa pirosesa siyasî û rewşa emnî li Îraqê, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û civatên wîlayetên herêma Kurdistanê hat kirin.

Nûçeyên têkildar