Wezîrên derve yên Swêd û Poloniya û Bulgaristanê gihiştin Hewlêrê

Di çarçoveyê serdana xwe ya bo Îraqê û hindek welatên hermî, îro 24.06.2012ê, her sê wezîrên dewletên ewropî; Karl Bildt wezîrê derve yê Swêdê, Radosław Sikorski wezîrê derve yê Polonoyayê û Nikolay Meladenov wezîrê derve yê Bulgaristanê gehiştine herêma Kurdistanê û li balefirxaneya Hewlêrê a navdewletî ji aliyê Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê ve hatin pêşeazî kirin.
Heyeta hevbeşa wezîrên derve yên Swêd, poloniya û Bulgaristanê dê digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê bicivin.
Heyeta hevbeşa welatên ewropî di civînên bi mezine berpirsên Kurdistanê re dê behsa rêkeftina ewropa digel Îraqê, pêşxistina têkeliyan digel welatên deverê û herêma Kurdistanê û rewşa Suriyeyê behis bikin.




