Wezareta Derve ya Amerîka bûyerên Emûdê şermezar kir

Emerîka-Ajans/ Wezareta Derve ya Emerîka, kuştina xelkê sivîl ji aliyê hêzên YPGê yên PYDê ve li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Li gorî ajansan Wezareta derve ya Emerîka, duh di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên YPGê yên PYDê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê êrişî xwepêşandanê kirin ku di encamê de 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Herweha li gorî daxuyaniyê, hêzên PYDê 90 kes jî girtin.
Wezareta derve ya Emerîka bûyerên han şermezar kir û wiha ragihand: " Tu hêcet ji bo êrişên PYDê yên li dijî xwepêşanderên sivîl tune.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikûmeta Emerîka li hember êşkencekirina xelkê sivîl ji aliyê hêzên PYDê ve şok maye û ji PYDê xwest, demildest wan kesên girtî berde.
Emerîka her wiha xwest ku PYD rêzê li mafên mirovan bigire û bizanibe ku bikaranîna zorê dikeve xizmeta rêjîm Sûriyê û rê li ber perçekirina gelê Sûriyê vedike.




