Nêçîrvan Barzanî: Pirosesasiyasî li welatê me di destek emîn de ye

Nêçîrvan Barzanîserokwezîrê Kurdistanê, duhî roja yekşemiyê 21.04.2013ê li Silêmaniyê biamadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, beşdarî di şahiya derçûna 270 polîsanji kolêja polîsên Silêmaniyê kir.
Di merasimê de, NêçîrvanBarzanî peyvek pêşkeş kir û pîrozbahî li polîsên derçûyên kolêja polîsan kir ûgot:
- Polîs remza serwerîyayasa û desthilatdariya yasayê ye. Heta me ev îdyom bi kiryar anî cîyê wê, kar ûzehmeteke mezin xwest, ji ber ku li welatekî diktatorî û eskertarî yê wekeÎraqê, polîs kiribû cîyê pêkenînê, herwesa kiribû saziya parastina hukim, neparastina qanûnê. Lê belê, bi dil xweşî ve, nuha ew dîtin li ser polîsan hatiyeguhertin û me gelek hewilda ku, desthilatan bi polîs bidib û niha ev yek liherêma Kurdistanê bi zelalî tê dîtin.
Serokwezîr got ku, nuhahikûmeta herêma Kurdistanê kar li ser pêşxistina karê polîs, li gor îdyomamodern ku jê re dibêjin îdyoma (Polîsê Civakî) dike. Ev îdyom bi manaya xwe yabesît ango hevkariya xelkî digel polîs û kêmkirina tirsa civakê ji bûyerênbinpêkirina mafan û qewmîna twanan. Bi vê rê jî rêzgirtina polîs ji aliyêxelkî ve û rêzgirtin li hemû endamên civakê ji aliyê polîs ve dirust dibe. Hewesa, piraktîzekirina vê îdyomê saziyên civaka medenî jî pal dide ku, di warêparastina îstîqrarê û aşitiya civakî de li herêma Kurdistanê, hevkariya saziyênhikûmetê bikin.
- Ez gelek xwe kêfxweşdibînim dema dibînim ku, li kolêja polîsan babetên yasa, mafê mirov, berhingarbûna şideta li hember jinan, lêkolîna tawanan û pizîşkê dad dixwînin. Ev hemû ji bo pêşxistina karê polîs li herêma Kurdistanê pêwîst û giring in.
- Beşek mezin jipêşkeftina herêma Kurdistanê ji ber kar û westiyana saziyên emnîyên Kurdistanêye. Îstîqrar û aramî şertê yekemîne ku kompanî û sermayedar bo welatekî biçin. Nuha ku, ev hemû kompaniyên biyanî li herêma Kurdistanê hene, hijmara tûrîstanli Kurdistanê roj bo rojê zêde dibe, hemî ji ber kar û xebatên hêzên pêşmerge, asayîş, polîs û saziyên emnî ye.
- Divê hemû aliyênsiyasiyên Kurdistanê qedir û qîmeta vê aramî û îstîqrara li herêma Kurdistanêheye bizanin.
- Pirosesa siyasî liwelatê me di destek emîn de ye. Partiyên desthilatdar bi yasa û pirosesademokrasiyê pabend in. Herwesa bi wê yekê jî pabendin ku, pirs û rawêkariyekedirust hebe daku, paşeroja Kurdistanê bi awayekî zanayane ber bi hindê ve biçeku, ew xweşjiyaniya li herêma Kurdistanlê heye seqt nebe û ber bi sewyeyekebilindtir biçe û bikarîn hemû mafên xwe yê destûrî li Îraqê bidestve bînin.




