26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nûnerê Sedr: Malikî rola dîktator di Iraqa niha de dibîne

Çavkanî: KDP.info

Nûnerê Muqteda Sedr li bajêrê Kerkûkê "Re'id Sexrî" ragihand, ku "Nûrî Malikî" serokê hukûmeta Iraqê heta niha nikarîye xizmeta xelkê Iraqê bike û ji welê te re bûye arîşeye, weha jî amaje pê da, ku piştî Malikî dê pişkek ji arîşeyan bihên çareserkirin, ji ber ku Malikî rola dîktatorîyetê dibîne.


Wek tê xuyakirin, ku eve du mehin her yek ji hevpeymanîya kurdistanê, lîsta El-Iraqîyye û alîya Sedr rexneka tund û dijwar li Malikî digirin û bi takrawî û dîktatorîyetê gunehbar dikin, di zincîra kombûnên Hewlêrê û Necefê û piştire du derfetên 15 rojî û 7 rojî daxwaz ji Malikî tê kirin ku dest ji kar vekşîne.
 

Sexrî weha jî got, em bi hemû awayî digel wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî ne, ji ber ku Malikî rola dîktator li Iraqa niha dileyze, ji ber evê çendê jî Muqteda sedr daxwaza guherîn û dûrxistina wî ji post û pila wî dike.
 

Nûçeyên têkildar