26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyê tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên bazirganî û abûrî kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Alî Riza Guney li Hewlêrê civiyan û herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên xwe yên bazirganî û abûrî kirin.

Herdu aliyan pesnê asta pêwendiyên Tirkiyê yên bi Iraq û Herêmê Kurdistanê re dan.

Nêçîrvan Barzanî û Alî Riza Guney herwiha tekezî li ser pêşxistina pêwediyan û hevkariya hevbeş, bi taybetî di warê bazirganî û abûrî de.

Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Alî Riza Guney jî ragihand, welatê wî ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê amade ye.

Nêçîrvan Barzanî, ji ber helwesta wê spasiya Tirkiyê kir û diyar kir ku hevdîtinên teknîkî yên Hewlêr û Bexdayê yên li ser şandina petrolê didomin.

Di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Alî Riza Guney de jibilî mijarên abûrî, mijarên wekî rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa pêkhateyan li Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa dawî ya deverê hatin nirxandin.

 

Nûçeyên têkildar