Mesrûr Barzanî: Bi seredana taxên bajêrê Duhokê gelekî dilxweş bûm

Hewlêr-KDP.info- Îro Duşema 14ê Tebaxa 2023an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana parêzgeha Duhokê kir û ji nêzîk ve guhdarî daxwazên xelkê taxên wî bajarî kir.
Mesrûr Barzanî ragihand: “Gelek dilxweş bûm ku min îro seredana çend taxên bajêrê Duhokê kir û guhdariya gilî û daxwaziyên hevwelatiyan kir. Pêwîst e dezgehên hikûmetê bi yeksanî xizmetguzariya pêşkêşî hevniştimaniyan bikin û cudahiyê di nav çi tax û devera de nekin û erkê serekî yê berpirsan, xizmetkirina xelkê Kurdistanê ye.”




