Mesrûr Barzanî: Pêwîst e dezgehên hikûmetê bi yeksanî xizmetguzariyan pêşkêş bikin û cudahiyê di nav çi tax û deveran de nekin

Hewlêr-KDP.info- Îro Duşema 14ê Tebaxa 2023an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana parêzgeha Duhokê kir û ji nêzîk ve guhdarî daxwazên xelkê taxên wî bajarî kir.
Mesrûr Barzanî ragihand: “Pêwîst e dezgehên hikûmetê bi yeksanî xizmetguzariyan pêşkêşî hevniştimaniyan bikin û cudahiyê di nav çi tax û deveran de nekin û erkê serekî yê berpirsan, xizmetkirina xelkê Kurdistanê ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, yek ji armancên vê serdanê ew e ku bizanin kîjan cihan xizmetguzarî wernegirtine, da ku xizmetên wek av, elektrîk, tenduristî û dibistanan bigihin hemû cihan.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji Parêzgarê Duhokê jî kir, zêdetir giringiyê bide wan taxên ku xizmetguzarî ji wan re dabîn nebûne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyên parêzgeha Duhokê jî kir, ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan û nehiştina binpêkirin û kiryarên neyasayî, hevkariyê ligel dezgehên hikûmetê bikin.




