Konsulê Amerîkayê xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest

Hewlêr-KDP.info- Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Irvin Hicksê ku erka wî bi dawî bû, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û xatir jê xwest.
Nêçîrvan Barzanî ji bo erk û xizmeta ku wî li Herêma Kurdistanê kiriye û pêwendiyên dualî yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de pêş xistine spasiya wî kir û di erkê wî yê nû de hêviya serkeftinê ji re xwest.
Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Irvin Hicks jî kêfxweşiya xwe ya ji bo erkê xwe yê ku li Herêma Kurdistanê kiriye anî ziman.
Irvin Hicks ji bo ku di erkê xwe de alîkariya wî kiriye spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê û pêşketinê ji gelê Kurdistanê re xwest.




