26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê: Li Kerkûkê amarên 1957ê dibin bingeh ji bo hilbijartinan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şaxewan Ebdullah Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ligel komîsyoa Bilind a Hilijartinan li Iraqê civiya û ragihand ku divê amarên sala 1957ê wek bingeh ji bo tomarkirina dengderên hilbijartinên Encumenên parêzgeha Kerkûkê were bikaranîn, daku reseatiya dengderên wê parêzgehê were piştrastkirin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah îro Şemiyê ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê civiya û diyar kir divê ew rastiye xuya bibe ku kî xelkê eslî yê Kerkûkê ne.

Ebdullah wiha got: “Em gihîştine astekê ku divê em tedbîrekê beyda bikin ji bo veqetandina pêkhateyên eslî yên Kerkûkê. Me xalek girîng bi serjimêriya sala 1957’an wek bingeh damezrand ku xelkê eslî yê Kerkûkê kî ne, nexasim ew serjimêriyê ku vedigerin beriya siyaseta bierebkirinê, herwiha dê wê yekê nîşan bide ku kî piştî sala 2003an û sala 2015 hatine Kerkûkê. Eger di belgeyên serjimêriya sala 1957ê de navê wan nebin, nabe em weke welatiyên Kerkûkê bên hesibandin.”

 

Nûçeyên têkildar