Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 9.8.2023 pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê David Berger kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û rêkeftinan hat kirin.
Her du aliyan tekezî li girîngiya hevhelwestiya aliyên Kurdistanî bi arasteya berevanîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kirin.
Mijareke din a civînê li ser gotûbêjên amadekirina yasaya petrol û gazê ya federalî bû, ku pêwîst e amadekirina yasayê, li ser bingeha rêzgirtina li destûr û sîstema federal a Iraqê be.
Di beşeke din a civînê de li ser girîngiya berdewambûna çaksaziyên Wezareta Pêşmerge li gor karnameya Kabîneya Nehem û dûrxistina hemû cûre destwerdanên partiyan li nav wezaretê hat kirin.




