Zaxo û Şirnex pêwendiyên xwe yên bazirganî pêş dixin

Hewlêr-KDP.info- Waliyê Şirnexê îro hat Zaxoyê, piştî civînekê, serperiştyarê îdareya serbixwe ya Zaxo û waliyê Şirnexê civîneke rojnamevanî lidar xistin û tê de herdu aliyan tekezî li ser geşepêdana sektora bazirganiyê kirin.
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo di wê kongreya rojnamevanî de ragihand, îro waliyê Şirnexê serdana Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê kir û me çend mijar gotûbêj kirin, ji wan jî pêwendiyên civakî û aborî yên navbera Zaxo û Şirnexê.”
Guhdar Şêxo da zanîn ku, di serdanê de hejmarek ji sermayedarên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî amade bûn û tekezî li ser pêwendiyên aborî û bazirganî yên di navbera her du aliyan de hat kirin, ji ber ku Zaxo wek deriyekî fermî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê roleke wê heye di têkiliyên bazirganî de.
Şêxo wiha domand: “Me herduyan lihev kir ku pêwendiyan berferehtir bikin, bi taybetî hêsankirina tevgera bazirganiyê bi rêya Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl, ku dê sûdê bighîne herdu aliyan û dê zêdetir giringî bi mijarên aborî bê dayîn.”




