26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî roja hilbijartinan diyar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja pêncşemê 03.08.2023ê, Fermana Herêmî ya ji bo diyarkirina roja encmdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îmze kir.

Li gor wê Fermana Herêmî û ew desthilata yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê daye, Serok Nêçîrvan Barzanî roj 25.02.2024ê ji bo hilbijartinên giştî yên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistan-Iraq diyar kir.

Fermana Herêmî hemû aliyên pêwendîdar pabend dike bi encamdana karê pêwîst û hevkarî û hevahengî digel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo cîbicîkirna vê fermanê ji roja derçûna wê û herwiha di rojnameya fermî da were belav kirin.

Di vê derbarê de, Dilşad Şehab Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di presskonferansekê de derbarê îmzakirina vê fermanê eşkere kir ku piştî rawêj û gotubêjkirina digel aliyên siyasî roja helbijartinan hate diyar kirin. 

Nûçeyên têkildar