25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê geşepêdana pêwendiyan gotûbêj dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Tebaxa 2023an li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Urdinê Ehmed Xelayle û şanda pê re kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de kir û helwesta dostane ya Şahê Urdinê Şah Ebdullah ji bo piştevanîkirina Herêma Kurdistanê di qonaxên cuda de bilind nirxand.

Şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û dubare kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyên dualî di warên cuda de bi taybetî di warên çandinî, geştyarî, perwerde û bazirganî de bi pêş ve bibe.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah, Balyozê Urdinê li Iraqê Muntesir Eqla û Konsulê Urdinê yê li Hewlêrê amade bûn.

 

Nûçeyên têkildar