Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû hêzên ku ne xelkê Şingalê ne ji herêmê derkevin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Divê hemû hêzên ku ne xelkê Şingalê ne ji herêmê derkevin û rêveberî û parastina Şingalê radestî xelkê Şengalê bikin.”
Ji bo 9emîn salvegera komkujiyê Kurdên Êzdî, îro li Hewlêrê bi bêşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî merasîmek hate lidarxisitin. Nêçîrvan Barzanî di vê merasîmê axaftinek kir û wiha got: “Li herêma Şingalê rewşa Êzidiyan gelekî xerab e. Ji ber vê jî hinek malbatên ku vegeriyabûne Şingalê dîsa ji Şingalê derketin. Ev jî ji ber kêmbûna xizmetan, nebûna aramî, ewlehî û derfetên kar e. DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin. Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin. Şingal, Çiriya Paşîn a sala 2015an bi pêşengiya Serok Barzanî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin lê xem û azarên Şingaliyan heta niha jî didomin.”
Nêçirvan Barzanî, li ser Kurdên Êzidî yên ku penaber in wiha got: “Divê Hikûmeta Federal a Iraqê bi taybetî li ser rewşa penaberên Şingalî bisekine ku êrişa DAIŞê xisara herî zêde gihande wan. Li Şingalê ne tenê rê û xanî hatin xerakirin, li vê derê enfaleke mezin hate kirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê li ser ewlehiya Şingalê jî ragihand: “Divê hemû hêzên ku ne xelkê Şingalê ne ji herêmê derkevin û rêveberî û parastina Şingalê radestî xelkê Şengalê û desthilata yasayî bikin. Divê hêzên têkildarî PKKyê û hemû hêzên ku ji derve hatine ji Şingalê derkevin. Wan hêzan ji bo Êzidiyan tenê bêaramî û bêseqamgîrî çêkiriye û birînên Şingaliyan kûrtir kirine.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Li gorî me komkujiya Kurdên Êzidî hîn jî berdewam dike. Hîn jî gelek zarok, jin û merên Êzidî yên ku hatine revandin bêserûşûn in. Heta ku yek Êzidiyê revandî jî mabe ev tawan bi dawî naye. Encamên vê karesatê xem, êş û azaran ji bo Êzidiyan û hemû gelê Kurdistanê çêdikin. Îro, ew roj e ku em hemû rêzê ji qehremaniya Pêşmergeyan re bigirin. Piştî ku Pêşmerge bi pêşengiya Serok Mesûd Barzanî hatin birêxistin efsaneya DAIŞê têk çû.”
Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Spasiya gelê Kurdistanê, bi taybetî jî spasiya xelkê Dihokê dikim ku penaberên Êzidî pêşwazî kir. Ev yek ti carî nayê jibîrkirin. Em spasiya Hikûmeta Brîtanyayê dikin ku komkujiya Kurdên Êzidî bi awayê fermî nas kir. Em ji welatên din jî dixwazin ku vê komkujiyê nas bikin.
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Roja 3ê Tebaxê fermaneke din a reş bi Êzidiyan de hat û karesateke din kete nav dîroka gelê Kurdistanê. Kesî bawer nedikir ku sedsala 21ê sûcekî wilqasî hovane û li dijî mirovayetiyê rû bide. Karesata vê carê gelekî dilşawat bû û hemû gelekî Kurdistanê bi vê êşa giran hisiya çimkî DAIŞê bi awayê herî hovane jin û zarokên Êzidiyan revandin, ew kirîn û firotin. Wan dev ji kuştîn serjêkirina mirovan berneda. Wan dev ji rûxandin û şewitandina mal û perestgehên Êzidiyan berneda. Ev tawan, tawanekî bêhempa yê vê serdemê ye. Di encama vê wehşeta DAIŞê de zêdetirî 5 hezar Êzidî şehîd ketin. Tenê li Koço 400 kes bi hev re hatine kuştin.
Heta niha 83 gorên bikom hatine dîtin, heta niha jî 135 hezar penaberên Êzidî li kampan, di bin konan de û di rewşeke zehmet de dijîn. 189 hezar jî li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê belav bûne. Di encama êrişa DAIŞê de 2745 zarok sêwî man, bi hezaran Ezidî jî li welatên biyanî tertûbela bûn. Mixabin heta niha jî 1244 keç û jin, 1402 xort û zilamên Êzidî bêserûşûn in.”
Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Li herêma Şingalê rewşa Êzidiyan gelekî xerab e. Ji ber vê jî hinek malbatên ku vegeriyabûne Şingalê dîsa ji Şingalê derketin. Ev jî ji ber kêmbûna xizmetan, nebûna aramî, ewlehî û derfetên kar e. Divê Hikûmeta Federal a Iraqê bi taybetî li ser jinûveavakirina Şingalê bisekine ku êrişa DAIŞê xisara herî zêde gihandiyê. Li Şingalê ne tenê rê û xanî hatin xerakirin, civakek hate serûbinkirin. Li vê derê enfaleke mezin hate kirin, di dil û derûna Êzidiyan û gelê Şingalê de birîneke kûr hate vekirin ku ti carî bi hêsanî derman nabe. Van tawanên li hemberî xelkê Êzidî li ser civakê bandoreke gelekî bihêz kir. Ezidî, ji ber nebûna xizmetan 9 salan di binê konan de dijîn. Em jiyana wan a li kampan dişopînin û me hay ji şerên wan ên zehmet heye.”
Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Çi li Iraqê çi li Herêma Kurdistanê be guhertina van şertên zehmet berpirsiyariya me tevan e. Cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê ya ku di Navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatibû îmzekirin dê ji xelkê Şingalê û herêmê re rêya vegerê veke. Ji bo ku xelkê Şingalê karibe di nava aramî û ewlehiyê de bijî divê ew hêzên ku ne ji xelkê Şingalê pêk hatine ji herêmê derkevin û rêvebirî û parastina Şingalê ji aliyê xelkê Şingalê û rêvebiriyeke yasayî ve were kirin.”
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Êzidî xwediyên baweriyeke mirovdost û aştîxwaz in. Êrişî kesekî û miletekî nakin, têkilî dînê ti kesî nabin. Qebûl nakin ku kes dînê xwe biguhere û bibe Êzidî. Ji bo parastina aştiyê bi herkesê li derdora xwe re gelekî aram in.
Li ser vê mijarê qewlekî Êzidiyan heye, dibêje:
‘Li borê hor siwar bin
Bi nefsara guhdar bin
Li gel hemû mexlûqan yar bin’
Ji bo ku zimanê xwedaperestinê yê Êzidiyan Kurdî ye Êzidiyan û Êzidiyatiyê li Kurdistanê bawerî, ziman û wêje parastine.
Dibe ku li bajarekî, li parçeyekî Kurdistanê yan li derve Kurdek hebe ku bi Kurdî nizanibe lê li ti deverî Êzidiyek peyda nabe ku bi Kurdî nizanibe. Di tevên şoreşên Kurdistanê de roleke mezin a Êzidiyan çêbûye. Ji ber vê yekê jî bav û bapîrên me em li ser bingeha hezkirin û rêzgirtina Êzidiyan perwerde kirin.
Dijminê Kurdistanê ti carî xwe ji ser Êzidiyan nedaye alî. Wextê Enfalê jî çend gundên Êzidiyan hatine enfalkirin. Êzidî tim û daîm bûne parçeyekî berbiçav û dilber ê gelê Kurdistanê û dê wisa jî bimînin.
Çi Êzidî û çi pêkhateyên din ên Kurdistanê bin, tim bi hev re di nava aştiyê de jiyane. Em îro piştrastiyê didine tevên xwişk birayên xwe yên Êzidî û pêkhateyên din ên ku li vir in ku dê welatê me, Kurdistan, tim û tim bibe hêlîna bihevrejiyan, hevqebûlkirin û xweşbîniyê. Em qet rê nadine gotegotên riq û tundrewiyê, dê li welatê me cih ji van gotinan re nebe.”
Nêçirvan Barzanî herwiha bangî aliyên pêwendîdar kir ku biryarên berê yên li ser Êzidiyan bêne cîbicîkirin û pirsgirêkên Şingalê di maweyekî kurt de bêne çareserkirin.




