Mahma Xelîl: Li Şingalê zanîngehek tê vekirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê lijneya avadankirinê li Parlamentoya Iraqê got, dê zanîngehek li Şingalê were vekirin û erd ji bo zanîngehê hatiye diyarkirin, ku ew zanîngeh ji aliyê Hikûmeta Îmaratê ve tê avakirin.
Serokê Lijneya Avadankirinê ya Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Li devera Şingalê çend projeyên nû tên cîbicîkirin û ji wan jî zanîngehek li Şingalê tê vekirin. Ev proje ligel Balyozxaneya Îmaratê tên cîbicîkirin, ku Hikûmeta Îmaratê pere ji bo projeyên Şingalê diyar kiriye.”
Mehma Xelîl wiha got: “Niha em li ser rêkarên vekirina zanîngeha Şingalê kar dikin û di qonaxa yekem de 150 donim erd ji bo avakirina zanîngehê hatiye dabînkirin.”
Xelîl got: “Me daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî kiriye ku roja 3ê Tebaxê li Iraqê weke bêhinvedana fermî ya ji bo bîranîna jenosîda Kurdên Êzdî were ragihandin.”




