Vê carê tu çare nemaye û divê roja hilbijartinan bê diyarkirin
__2023_07_27_h16m43s46__ER__2023_07_27_h18m13s7__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rijd e li ser lidarxistina hilbijartinan, vê carê ti rêyeke din nemaye û divê roja hilbijartinan ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve were diyarkirin, da ku komîsyon dest bi amadekariyan bike.
Çavdêrê siyasî û endamê berê yê şanda danûstandinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ebdulselam Berwarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev cara sêyem e ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi erkê xwe radibe û daxwazê ji Hikûmeta Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê dike ku karê hilbijartinan bikin, lê mixabin aliyekî siyasî pirsgirêk ji vê proseyê re derdixist û heya niha hikbijartin nehatine kirin. Ji ber wê jî tiştekî xwezayî ye ku Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike. Vê carê Serokatiya Herêma Kurdistanê bûye sîwanek ji bo Herêma Kurdistanê ji bo danûstankirina roja hilbijartinan. PDK rijd e li ser diyarkirina roja hilbijartinan, lê aliyên din pirsgirêkên wan ên navxwe hene. Paşxistina hilbijartinan ji bo pêgeha herêmê li ser asta navdewletî û navûdengê wê nebaş e.”
Berwarî wiha got, "Hikûmet, serokatiya Kurdistanê û PDK ji bo hilbijartinan amade ne, ji ber ku PDK hertim pêbendî dema hilbijartinan a destûrî ye, lewma divê vê carê rojek bê diyarkirin û piştre lihevkirinek bê kirin. Ji bo ku Herêma Kurdistanê rewatiya xwe winda neke.”




