Serokatiya Kurdistanê bi aliyên siyasî re derbarê rojeke nû ji bo hilbijartinan gotûbêjan dike

Hewlêr-KDP.info- Di hevpeyvîneke tayet de ligel malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berdekê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand: “Serokatiya Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî re derbarê diyarkirina rojeke nû ji bo hilbijartinan gotûbêj dike.”
Îro Çarşema 26.07.2023, şandeke pilebilind a Serokatiya Herêma Kurdistanê bi mebesta wergirtina nerînan derbarê diyarkirina roja hilbijartinên şeşemîn xula Parlamentoya Kurdistanê, dest bi serdana aliyan siyasî yên Kurdistanê kir.
Herwiha eşkere kir ku, hêz û aliyên siyasî pêşwazî li pêngava Serokê Herêma Kurdistanê kirin û amadebûna xwe ji bo piştevanîkirina pêngavê û piştevaniya serkeftina proseyê nîşan dan.
Dilşad Şehab ot jî: “Aliyên siyasî hewlên Serokê Herêma Kurdistanê ji bo yekrêziya navxwe û lihevkirina siyasî li ser pirsên girîng, giring dîtin.”
Derbarê encamên dawî yên serdanan de jî got: “Emê serdana hemû aliyan bikin û piştî komkirina nerînên wan, Serok Nêçîrvan Barzanî dê fermanek herêmî ji bo diyarkirina roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê der bixe.”




