26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi amadebûna Serok Barzanî Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê hat vekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Tîrmeha 2023an, Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê hat vekirin, ku biryar e 3 rojan berdewam be.

Herwiha120 sazî û navendên perwerdeyê beşdarî Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê bûne.

Sazî û navendên perwerdehiyê yên beşdarî pêşangehê dibin, dibistan, peymangeh û zanîngeh ji herdu sektora giştî û taybet de ne. Di nav wan de, hin zanîngeh ji 11 welatan beşdarî pêşangehê bûne, bi mebesta peydakirina derfetên zêdetir ji bo xwendin û fêrkirinê di navbera navendan de.

Armanca vê pêşangehê pêşxistina perwerde û fêrkirinê ye di nava navendên xwendinê de û ji bo wê yekê jî korbendek li pêşangehê birêve diçe.

 

Nûçeyên têkildar