26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî salvegera Tevgera Goran pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Tîrmehê bi boneya 14mîn salvegera damezrandina Tevgera Goran û beşdariya wê di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de, peyameke pîrozbayî pêşkêşî Tevgera Goran kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya 14mîn salvegera damezrandina Tevgera Goran, pîrozbahiyê li hemû endam, çalakvan û alîgirên Tevgera Goran dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan di berevanîkirina pirsên netewî û mafên destûrî yên gelê Kurd de dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Hêvîdar im Tevgera Goran û hemû partî û hêzên Kurdistanî hevkar, hevaheng û hevhelwest bin, li ser berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurd û parastin û pêşxistina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.”

 

Nûçeyên têkildar