26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Min ferman daye ku destên li pişt tawana şehîdkirina Mihemed Mîrza bên eşkerekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî di nameya hevxemiyê de ji bo malbata şehîd Mihemed Mîrza Yûnis Sofî got: “Min dezgehên pêwendîdar erkdar kirine ku lêkolînek hûr li ser bûyera şehîd Mihemed Mîrza bikin û destên li pişt vê tawanê eşkere bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek ji malbata şehîd Mihemed Mîrza Yûnis Sofî re şand.

Nameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wisa ye:

“Şevê din di bûyereke cihê gumanê de otomobîla lîwayê xanenişîn (Mihemed Mîrza Yûnis Sofî) li nava bajarê Zaxoyê teqiya û di encamê de wî wî efserê Encûmena Asayişê jiyana xwe ji dest da.

Bi vê minasebetê pirse û sersaxiyê ji malbat û meriv û hevrêyên şehîd re dixwazim û ji Xwedê mezin dixwazim ruhê şehîd bi behiştê şad bike û sebirê bide malbat û xizmên wî.

Di vî warî de min dezgehên pêwendîdar erkdar kirine ku lêkolînek hûr li ser vê bûyerê bikin û destên li pişt vê tawanê eşkere bikin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

24.07.2023”

One attach

Nûçeyên têkildar