26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê dê nûneratiyên xwe yên nû li welatan veke

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Kurdistanê berdewam e li ser berfirehkirina peywendiyên xwe ligel welatan û niha Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser vekirina nûneratiyên nû li welatan dike û biryar e li Herêma Kurdistanê ji wan Qeter û Azerbaycanê jî konsulxaneyên nû xwe vekin.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dizeyî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê 14 nûneratiyên me li welatên cuda hene û em dixwazin û kar li ser wê yekê dikin ku nûneratiya xwe li hin welatên din vekin, ku armanc berfirehkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên din e.”

Dizeyî wiha got: “Diyar bû ku Serokê Herêma Kurdistanê li Azerbaycanê bi germî hat pêşwazîkirin û ew dê konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vekin û Qeter jî dê di demek nêzîk de konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke, lewra ev jî nîşaneke baş e ku Herêma Kurdistanê xwedî pêgeheke bihêz e.”

Niha li Herêma Kurdistanê 40 konsulxane û nûneratiyên welatan hene, ji wan 38 welatên endam di Netewên Yekbûyî de ne.

 

Nûçeyên têkildar