26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê pêşxistina dostayetî û peywendiya gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info


Serok Barzanî û Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê pêşxistina dostayetî û peywendiya gotûbêj kirin


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.
Îro Pênçşema 20.7.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Sébastien Lecornu Wezîrê Hêzên Çekdarên Fransa û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya cîhan û navçe û Iraqê guftûgo kirin û ji bilî balkişandina li ser dostayetiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Fransa, tekez li ser pêşxistina dostayetî û peywendî û hemahengiya di navbera herdu aliyan de kirin.

Her di vê hevdîtinê de di derbarê gefên DAIŞê û hizra tundrewî ya li ser Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Nûçeyên têkildar