26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em tekeziyê li ser parastina çanda biherejiyana aştiyane dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sersala nû ya koçî peyamek belav kir û tê de ragihand, “Di vê boneya pîroz de, em tekezî li ser pêwîstiya parastin û kûrkirina çanda pêkvejiyana aştiyane, hevpejirandin û lêborînê di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de dikin.”

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin: "Ez bi germî 1'ê Muherremê û sersala koçî li hemû xwişk û birayên misilman ên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im sala nû ji bo hemû mirovatiyê bibe sala xêr û xweşiyê û ji bo her kesî bibe sala serkeftin û bextewariyê.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî: “Di vê boneya pîroz de, em tekez li ser pêwîstiya parastin û kûrkirina çanda pêkvejiyana aştiyane, hevpejirandin û lêborînê di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de dikin û em hemû bi hev re ji bo niha û paşerojeke baştir bo gelê xwe û welat kar dikin.”

 

Nûçeyên têkildar