Mesrûr Barzanî sala nû ya Koçî li misilmanên Kurdistanê pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina sersala nû ya Koçî, peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Bi boneya hatina serê sala nû ya Koçî ya 1445an, ez germtirîn pîrozbahiyê arasteyî Misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Ji Xwedayê mîhreban hêvî dikim sala nû ya Koçî, sala xweşguzeranî û pêşketina zêdetir a Kurdistanê û aştî û aramiyê be li cîhanê.
Di vê bîranîna pîroz de em tekeziyê li pêşvebirina prensîbên rasteqîn ên ola pîroz a Îslamê û çanda pêkvejiyana aştiyane û hevqebûlkirin û hizra miyanrewiya olî dikin.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
18ê Tîrmeha 2023an”




