26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pisporê Zanistên Siyasî: Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Azerbaycanê pir girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokomarê Azerbaycanê çû Bakuyê û ligel Serokê Azerbaycanê civiya. Derbarê wê serdanê jî pisporekî zanistên siyasî jî dibêje, ew serdan pir girîng e, ev jî di kesayeta Nêçîrvan Barzanî de di warê siyasî, dîplomasî û hebûna peywendiyan ligel dewletên herêmê û cîhanê dîrokeke geş heye.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Azerbaycanê ji bo pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî di navbera herdu aliyan de girîng e û herwiha Kurdên Azerbaycanê jî wê serdanê girîng dibînin.

Mamostayê zanîngehê û pisporê zanistên siyasî Dr. Omer Nûredîn ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Dema ku Mela Mistefa Barzanî piştî derbasbûna çemê Arasê demekê li Azerbaycanê ma, niha ev yekem serdana Serokê Herêma Kurdistanê ye bo Azerbaycanê di asteke bilind e.”

Dr. Omer Nûredîn wiha got: “Helbet di navbera gelê Kurd û gelê Azerbaycanê de peywendiyeke dûr û dirêj heye, qonaxên curbecur hene, ev dîrok tijî jor û jêr e. Niha jî vexwendina Nêçîrvan Barzanî bo wî welatî, nîşan dide ku peywendiyên wan ligel Iraq û Herêma Kurdistanê girîng in. Ji bo serxistina wan peywendiyan jî hebûna kesayetiya Nêçîran Barzanî pêwîst e, ku ew xwedî bandoreke berçav, xwedî hêzeke nerm a dîplomatîk e, dikare bibe xwedî bandor û encamên baş hein, ku ji bo Herêma Kurdistanê girîng e.”

Nûredîn wiha got: “Helbet Herêma Kurdistanê di vê pêngavê de dixwaze di warê aborî, bazirganî û çandî de peywendiyên xwe bi Azerbaycanê re berdewam û bihêz bike. Wate hebûna vê peywendiyê xizmeta berjewendiyên hevbeş ên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Azerbaycanê dike.”

Wî mamosteyê zanîngehê wiha got: “Hebûna Kurdan li Azerbaycanê di warê jeopolîtîkê de xwedî koke kûr e. Ji sedsala 9’an a zayînê vir ve Kurd li wir hene. Ev jî bûye sedema pêwendiyeke dîrokî di navbera gelê Azerbaycanê û gelê Kurd de û ev peywendî her hebû û berdewam bûye. Zimanê Kurdî li wî welatî di çarçoveya sîstema siyasî de cih digre, ew jî li ser bingehên demokrasiyê ku mafên çandî yê Kurdan hene.”

 

Nûçeyên têkildar