Kabîneya nehemîn kariye Kurdistanê bixe ser nexşeyên cîhanê
__2023_07_17_h19m20s18__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku kabîneya nehemîn kariye çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê heta asteke baş biparêze.
Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî di gotarekê de ku di konferansa guherîna keşûhewayê ya Hewlêrê de hat pêşkêşkirin, ragihand ku Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê di heyama çar salên kabîneya nehemîn de, hewlên mezin ji bo parastina çavkaniyên avê daye, ew jî bi riya avakirina bendav û hewzan û anîna teknolojiyên nû ji cotkaran re, li ser çawaniya birêvebirina çavkaniyên avê.
Li gorî Wezîra Çandiniyê, guherîna keşûhewayê û bandora wê ya li ser jîngeha cîhanê, her kes bi qeyranekê re rû bi rû ye, ku gelek caran ji kêmbûna avê veguheriye krîzên siyasî yên di navbera welatan de.
Talebanî wiha got: “Em li Iraq û Herêma Kurdistanê yek ji wan welatan in ku ji ber guherîna keşûhewayê rûbirûyê metirsiyan bûne û çavkaniyên me yên avê ji aliyê dewletên cîran ve tên desteserkirin.”
Li gorî Wezîra Çandiniyê, ji ber guherîna keşûhewayê hinek kaniyên Herêma Kurdistanê ziwa bûne û ev jî bûye sedema valakirina hinek gundan.
Bigard Talebanî tekez kir ku erkê her kesî ye ku beşdarî proseya parastina çavkaniyên avê û zêdekirina rûbera kesk bibe, da ku bikarin welatê xwe biparêzin.
Herwaha got, Herêma Kurdistanê li gor navçeyên din ên Iraqê ji aliyê çavkaniyên avê ve dewlemend e.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Desteya Jîngehparêziya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sadiq ragihand ku, kabîneya nehan kariye Herêma Kurdistanê bixe ser nexşeyên cîhanî ya ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê.
Serokê Desteya Jîngehê diyar kir ku ew ê ji bo projeyên veberhênana kesk bi Desteya Veberhênanê re hevahengiyê bikin.




