Herêma Kurdistanê li dijî hinek madeyên yasaya bûdceya Iraqê gilî tomar kiriye

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, nûçeya gilîkirina li dijî yasaya bûdceyê piştrast kir û got: “Made û birgeyên ku li dijî destûrê Iraqê ne gilî li ser wan hatine tomarkirin.”
Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Xelîl Xazî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî li Dadgeha Federalî ya Iraqê gilî tomar kiriye, li ser hinek made û birgeyên di nava yasaya budceya giştî ya Iraqê de, ku ew made û birge berûvajî destûrê Iraqê ne û gerek werin guhrtin.”
Wî endamê Lêjneya Darayî wiha got: “Diyar e Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdaçûnê li ser yasaya bûdceyê kiriye û di wê baweriyê de ye ku hin xalên yasaya girêdayî Herêma Kurdistanê berovajî destûra Iraqê ne û serî li Dadgeha Bilind a Federalî daye.”
Xelîl Xazî wiha got: "Herêma Kurdistanê bêyî ku raya psporên qanûnî û destûrî bistîne, gilî nekiriye. Ya ku maye biryara Dadgeha Federal e. Bila em bibînin ka dê dadgeh li ser îtiraza Herêma Kurdistanê çi biryarê bide




