26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Hewlêrê Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn ji bo perwerde, fêrkirin û xwendekaran tê vekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo perwerde, fêrkirin û xwendekaran li hola Navenda Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê di bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê vekirin.

Rêvebirê Kargêrî yê Navenda Pêşangeha Hewlêrê Hesen Samî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo perwerde, fêrkirin û xwendekaran û mezintirîn korbenda perwerdehiya Kurdistanê li Hola Navenda Pêşengeha Navdewletî ya Hewlêrê ji roja 25 heya 28ê vê mehê tê vekirin.”

Hesen Samî wiha got: “Biryar e roja Duşemê saet 11ê sibê li hola VIP ya Navenda Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê, di kongreyeke rojnamevanî de em ligel Şêwirmendê Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Cemal Xerîb naveroka pêşangehê pêşkêş bikin.”

 

Nûçeyên têkildar