Serok Barzanî û şanda Hevpeymaniya Azim pêşhatên dawî gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Hevpeymaniya Azim kir û di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Serok Mesûd Barzanî îro Yekşema 16.7.2023an pêşwazî li şandeke Hevpeymaniya Azim kir ku ji Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Samerayî û diktor Ehmed Cibûrî û diktor Xalid Ubêdî pêk hatibû.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.




