26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bo xelkê Kifrî: Tişta ji destê me were, emê ji bo xizmeta we bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ku arasteyî welatiyên Kifrî kir tê de ragihand, “Piştrast bin, tişta ji destê me were, emê ji bo xizmeta we bikin û bi ruhekî germ li gel we dibim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Welatiyên Kifrî yên hêja, silav û rêza min ji we re heye. Ji daxwazên we agahdar im û gihîştine destê min. Min biryar da ku di demek nêzîk de komîteyek taybet ji nûnerên Dîwana Encûmena Wezîran, Wezareta Navxwe û Îdareya Serbixwe ya Germiyê ava bikim, da ku daxwazên we bişopînin.”

Mesrûr Barzanî herwiha got: “Piştrast bin, tişta ji destê me were, emê ji bo xizmeta we bikin û bi ruhekî germ li gel we dibim.”

 

Nûçeyên têkildar