Serok Barzanî pêşwazî li şanda Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê kir.
Serok Mesûd Barzanî îro roja sêşemê 11ê Tîrmeha 2023an li Selahedîn pêşwaziya şandeke bilind a Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê ya bi serokayetiya Cemal Kerbulî kir.
Di civînê de derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên di nava proseya siyasî ya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan hat kirin.




