Serok Barzanî: PDK hêviya sereke ya xelkê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 8ê Tîrmeha 2023an li Selahedîn li gel endamên fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê civiya.
Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkeşî amadebûyan kiriye û spasiya rol û westana endamên fraksiyona PDKê kiriye û destxweşî li wan kiriye, ku di vê dema Parlamentoya Kurdistanê de karên xwe bi başî gehandine cîh û pabendî erkê xwe bûne.
Serok Barzanî daxwaz jî kir ku berdewamiya rola xwe ya di warên cuda cuda bikin û xizmeta Kurdistan û PDKê bikin.
Serok Barzanî tekez kir, PDK hêviya sereke ya xelkê Kurdistanê ye û divê PDK parêzerê berjwendiyên xelkê Kurdistanê, çand û exlaqê bilind ê civaka Kurdistanê be.
Di berdewamiya axaftina xwe de Serok Barzanî, derbarê rewşa siyasî ya Kurdistan û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Iraqê û girêdayî wan mijaran berçavronî û şîretên pêwîst kiriye.




