25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konsulê Fransayê pesnê rola Nêçîrvan Barzanî di pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Parîs de da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ji ber bidawîhatina erkê wî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê kir. Konsulê Fransayê di civînê de pesnê rola Nêçîrvan Barzanî ya di pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê de da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşema 2ê Temûza 2023an pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên Olivier Decottignies ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de kir û hêviya serkeftinê di erkî wî yê nû de xwest.

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies jî spasiya hevkarî û piştevaniya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar kir ku di erkê wî de piştgirî dane wî û hêvî xwest ku bi heman awayî bi kesê ku dê nû were cihê wî re berdewam be û pesnê rola Nêçîrvan Barzanî ya di pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê de da.

Herdu aliyan her wiha pêşxistina pêwendiyên Fransayê û Herêma Kurdistanê û mijarên din ên li ser berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.

Nûçeyên têkildar