Yekîtîya Ewropa Biryara çekirina çekdarên Sûriyê neda

Di salvegera diduyan ya serhildana Sûrîyê de, endamên Yekîtîya Ewropa li Brukselê kom bûn ku biryara çekkirina serhildayan gotûbêj bikin.
Endamên yekîtîyê gotûbêjan kirin ku ambargoya Yekîtîya Ewropayê sist bikin da ku bikaribin serhildayan re çek û sîlah peyda bikin, lê serneketin ku bigehjine biryarekê.
Serokê Civata Ewropî Herman van Rompuy duhî roja înîyê got, wezîrên derve yên yekîtîyê, vê mijarê hefteya were li Dublin a paytaxta Îrlandayê careke din binirxînin.
Ambargoya Yekîtîya Ewropayê qedexe dike welatên endam çekan bidin opozîsyona Sûrîyê




