26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Almanyayê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Berlîn-KDP.info- Îro Duşema 26.6.2023 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Berlînê ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz civiya.

Di hevdîtinê de herdu alî li ser peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, astegiyên li pêş Iraqê û gef û metirsiyan gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkarî û piştgiriya Almanya bo Iraq û Herêma Kurdistanê di warên leşkerî û abûrî û mirovî de kir, herwiha spasiya Parlamentoya Almanyayê kir ku tawanên DAIŞê û komkujiya Êzdiyan wek jenosîd nas kiriye.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember asta peywendiyên di navbera Almanya û Iraq û Herêma Kurdistanê de û jihevtêgeheştin û rêkeftinên di navbera herdu aliyan de nîşan da û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê jî sûdê ji wan peywendiyan werbigire. Di vê derbarê de hemû asankarî û piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo veberhêner û sermayeguzariyên kompaniyên Almanî û sektora taybet a Almanyayê diyar kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Iraq û Herêma Kurdistanê çaverêya zêdetir rol û piştevaniya Almanyayê di hemû waran de dikin, bi taybetî ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya Iraqê di warên cuda yên aborî û parastina aramiyê de û rûbirûbûna li hember metirsiyên guherîna avhewayê.

Ji aliyê xwe ve, Olaf Scholz, Şêwirmendê Almaniyayê, spasiya serdana Serok Nêçîrvan Barzanî kir û bi derfeteke girîng ji bo danûstandina nerînan li ser pirsên hevbeş nirxand û herwiha spasiya rola Herêma Kurdistanê di şer û şikandina DAIŞê de kir û herwiha ji ber alîkarîkirin û hewandina koçberan, herwiha tekez kir ku welatê wî girîngiyeke mezin dide pêwendiyên xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û aramî û seqamgîriya wan.

Herwiha tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Almanya bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amadeyiya welatê xwe ji bo hevkarîkirina hevbeş di warên cuda de bi taybetî di warê aborî, enerjî û sektorên din de ku ji bo herdu aliyan girîng in, nîşan da.

Herwiha li ser pirsa koçber û penaberan, rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên ku di berjewendiya hevbeş de ne, gotûbêj kirin. Balyozê Iraqê û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Berlînê jî di civînê de amade bûn.

 

Nûçeyên têkildar