Nêçîrvan Barzanî û Sekretera Dewletê ya li Wezareta Aboriyê ya Almanyayê hevkariyên hevbeş nirxandin

Berlîn-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Sekretera Dewletê ya li Wezareta Aborî ya Almanyayê hevkariyên hevbeş, guherîna keşûhewayê, kêmbûna avê û mijara hişkesaliyê gotûbêj kirin.
Îro Duşema 26.06.2023ê li bajarê Berlînê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ligel Sekretera Dewletê ya li Wezareta Aborî ya Almanyayê Francesca Brantner, li ser guherîna keşûhewayê, kêmbûna avê, hişkesalî û bi biyabanbûnê gotûbêj kirin, ku ev hemû jî wisa dikin ku, Iraq pêwîstî bi piştevanî, alîkarî û pisporî ya derve hebe.
Herdu alî li ser girîngiya hebûna bernameyeke berfireh ji bo çareserkirina van astengî û pirsgirêkan li Iraqê hevnêrîn bûn û tekez li ser pêwîstî û girîngiya alîkariya Iraqê kirin, bi taybetî di warê enerjiya nûjen û kêmkirina pêdagiriya bi neftê da û handana sektora taybet û sermaye razandina Almanyayê li Iraqê û Iraq û Herêma Kurdistanê.




