Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Almanyayê behsa rewşa deverê kirin

Berlîn-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Berlînê bi Wezîrê Dewletê yê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Tobias Lindener re civiya. Di civînê de pêwendiyên Hewlêr-Berlînê û Hewlêr-Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
Îro Duşema 26.6.2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Dewletê yê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Tobias Lindener re civiya.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de kêfxweşiya xwe li hember asta pêwendiyên Almanyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da û behsa encamên erênî yên serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Berlînê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji Almanyayê kir ku di piştgiriya Iraqê û Herêma Kurdistanê de ji bo parastina aramî, istiqrar û rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê de berdewam be.
Di hevdîtinê de Tobias Lindener tekezî li ser wê yekê kiriye ku Almanya amade ye alîkarî û piştgiriya Iraqê û Herêma Kurdistanê di her demekê û her warekî pêwîst de bike.
Wezîrê Alman herwiha destnîşan kiriye ku erkê hêzên Almanyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de dê berdewam be.
Herdu aliyan di wê hevdîtinê de, behsa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, mijara hilbiajrtinan û geşedanên herî dawî yên li navçeyê jî kirin.




