Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Geşepêdanê ya Almanyayê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşema 26.6.2023 li Berlînê bi Wezîra Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Hikûmeta Federal a Almanyayê Sevinia Schultz re civiya.
Di hevdîtinê de behsa pêşxistina pêwendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, hevkariyên hevbeş di navbera her du welatan de di warên cuda de, rewşa Şingalê û Kurdên Êzidî û koçberên li Herêma Kurdistanê û herwiha metirsiyên guherîna avhewayê li ser Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên Almanyayê yên bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe jî li hember rêkeftinên vê dawiyê yên di navbera Almanya û Iraqê de nîşan da.
Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê herwiha tekezî li wê yekê kir ku ew dixwazin pêwendî û hevkariyên hevbeş ên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de werin pêşxistin.
Schultz tekez kir ku Almanya dê piştevanî û hevkariya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re berdewam bike, bi taybetî di warên pêwîst de yên wek sermayeguzarî, rahênana di warên curbicur de û pirrengiya aborî bi awayekî ku alîkar be ligel tedbîrên rûbirûbûna bandorên guherîna avhewayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê.




