Rojavayê Kurdistanê: Îna em Helebçeyê ji bîrnakin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Li piraniya bajarên rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya kîmyabarana Helebçeyê bi slogana, ‘’Em Helebçe ji bîr nakin’’ meşiyan.
Bi armanca bîranîna qurbaniyên Komkujiya kîmyabarana Helebçeyê, ku di 16'ê Adara 1988`an de ji aliyê rêjma Sedam Huseyîn a Êraqê ve bi çêkên kîmyewî hatibûn kuştin, li piraniya bajarên rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes meşiyan.
Di meşa ku tevlîbûna jin û zarokan zêde bû de, sloganên wekî ‘’Em Helebçe jibîr nakin’' hatin qîr kirin û pankartên wekî, ‘’Êşa jin û zarokên Helebçe wê di mejiyê me de bimîne’’, ‘’Berxwedana bi rûmet ji Helebçe heta Rojavayê Kurdistanê’’ hatin vekirin




